PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî navenda hukûmetê de Balyozê Tirkiyeyê yê Iraqê Anıl Bora İnan û heyeta ligel wî ku Konsolosê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlerê Erman Topçu jî di nav de bû, pêşwazî kir.
Di hevdîtina ku îro 27ê Cotmeha 2026an pêk hat de, xurtkirina peywendiyên dualî yên di navbera her du aliyan de hate nirxandin.
Her wiha di civînê de rewşa giştî ya Iraqê û geşedanên dawî yên li herêmê hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan tekezî li ser giringiya domandina diyalogê û hevkariya hevpar ji bo parastina aramiya herêmî kirin.