Li Iraqê kujtî û brîndar pir in

Li Iraqê kujtî û brîndar pir in

Piştî navberdana sê hefteyan bûyer û serhildanên girseya gel li Bexdayê dîsa dest pê kir..

Çalakvanan li meydana Tahrîr a Bexdayê bi sloganên li dijî Îranê dest bi çalakîyan kirin û Iraq dîsa tevlihev bû.

Li gor tê ragihandin, di çalakîyan de mîlîsên Îranê Haşdî Şabiî bi çekan êrîşî çalakvanan kiriye û di encama van çalakîyan de 63 kes hatine kujtin û zêdeyî 3 hezar kes jî brîndar bûne. Li gor çavkanîyên Komîserîya Bilind a Mafê Mirovan a Yekîtîya Milletan, di van îalakî û serhildanan de 10 li Bexdayê, 14 li Maysanê, 15 li Dikarê,  7 li Basrayê, 12 li Divaniyê, 4 li Babîlê û 1 kes jî li Mutennayê hatiye kujtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin