Bargehên hêzên Îranî yên li Sûriyê hatin bombebaran kirin

Bargehên hêzên Îranî yên li Sûriyê hatin bombebaran kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji aliyê balafirên nenas ve baregehên hêzên girêdayî Îranê yên li bajarê El-Bûkemal a parêzgeha Dêrazor a Sûriyê hatin bomebaran kirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên nenas zêdeyî 10 êrîş li djiî baregehên hêzên Îranê yên li rojavayê bajarê El-Bûkemal ê Dêrazarê pêk anîn.

Hêjayî gotinê ye, berî niha çend caran heman dever bûbû armanca êrîşan û 6 milîsên Îranî hatibûn kuştin ku 14ê Mijdarê jî bargehên hêzên Îranê li Çolistana Mûhesen a Dêrazorê hatibûn bombebarankirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin