HDP nikare di komîsyonên sindoqan de cih bigre

HDP nikare di komîsyonên sindoqan de cih bigre

PeyamaKurd – Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) dibêje, ji ber bi navê Partiya Çep a Kesk (YSP) beşdarî hilbijartinan dibe, HDP nikare di komîsyonên sindoqan de cih bigre. Di sindoqên derveyî welat de li şûna nûnerên HDPê, wê nûnerên MHPê cih bigrin.

Li gor zanyariyan, MHPê ji bo nûnerên HDPê di komîsyonên hilbijartinan de cih negrin, serî li Komîsyona Bilind a Hilbijartinan daye.

Nûnerê MHPê yê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê Kurşat Turker Ercan daxwaznameyek pêşkêşî komîsyonê kir û diyar kir: “Piştî radestkirina lîsteyan eşkere bû ku HDP beşdarî hilbijartinê nabe. Ji ber wê divê nûnerên HDPê di hilbijartinên 14ê Gulanê de di komîsyonên sindoqan de cih negrin.”

Herwiha HDPê jî derbarê rewşa komîsyonên sindoqan de nêrîna Komîsyona Bilind Hilbijartinan pirsî. Komîsyona Bilind a Hilbijartinan li ser daxwazên partiyan ragihand ku ji ber beşdarî hilbijartinê nabe HDP nikare di komîsyonên hilbijartinê de cih bigre.

Li şûna HDPê MHP

Li gor Yasaya Partiyên Siyasî, li nav welat nûnerên 5 partiyên yekem ên hilbijartinên dawî di komîsyonên sindoqan de cih digrin û herwiha li derveyî welat jî nûnerên 3 partiyên yekem di komîsyonên sindoqan de cih digrin.

Herwiha li gor biryara Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, di sindoqên derveyî welat de, ji ber di hilbijartinên 2018an partiya çarem bû, wê nûnerên MHPê li şûna nûnerên HDPê bên erkdarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin