Serokwezîr Barzanî pêswazî li konsolê nû yê Siûdî kir

Serokwezîr Barzanî pêswazî li konsolê nû yê Siûdî kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Hezîranê pêşwazî li Konsolê Giştî yê Şahnişîna Erebistana Siûdî yê nû li Herêma Kurdistanê, Mihemed Bin Silêman El-Esîrî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bilî pîrozbahiya li destbikarbûna Konsolê Siûdiyê yê nû, hêvî xwest pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdiyê di hemû waran de bi pêş ve biçin.

Konsolê Giştî yê Siûdiyê silav û rêza Şah Selman Bin Ebdulezîzî û Cihnişîn Mîr Mihemed Bin Selam gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û daxwaz û amadehiya welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyên li Herêma Kurdistanê nîşan da, bi taybet di warê bazirganî û verberhênanê de.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin