Ermenîstan: Pasînyan, besdarî wê lûtkeyê nabe

Ermenîstan: Pasînyan, besdarî wê lûtkeyê nabe

PeyamaKurd-  Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan dê beşdarî lûtkeya serokên welatên Yekîtiya Dewletên Serbixwe ku di 13ê Cotmehê de li Bişkeka paytexta Kirgizîstanê bê lidarxistin, nebe.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê, Serokomarê Qirxizistanê Sadir Japarov bi Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re bi telefonê axivî.

Di hevdîtinê de li ser civîna serokên welatên endamên Yekîtiya Dewletên Serbixwe ku dê di 13ê Cotmehê de li Bişkeka paytexta Kirgizistanê bê lidarxistin, hat gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de Paşînyan diyar kir ku ew ji ber hin sedeman nikarin beşdarî Lûtkeyê bibin.

Her wiha hat diyarkirin ku Hêzên Çekdar ên Ermenîstanê beşdarî tetbîqata hevpar a Hêza Aştiyê ya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf (ASTO) ya ku duh bi mazûvaniya Qirgizîstanê dest pê kiribû, nebûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin