PeyamaKurd - Hûsiyên ku li ser beşek axa Yemenê desthilat in angaştin ku hêzên wan li Deryaya Sor û Zeryaya Hîndê, bi mûşekên dozîner û amûra deryayî ya bêmirov li 2 keştiyan xistine.
Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî di daxuyaniya xwe de angaşt ku hêzên wan li Deryaya Sor bi frokeyeke bêmirov hêrişî keştiya bi navê "Transworld Navigator" kirine.
Serî diyar kir ku hêzên wan li Zeryaya Hindê jî bi mûşekên dozîner hêrişî keştiyeke din a bi navê 'Stolt Sequoia' kirine.
Berdevk Serî angaşt ku ev keştî, ji ber ku "qedexeya ketina benderên Filistînê yên dagirkirî" binpê kirine, bûne şêla hêzên wan.
HûsiyÊn ku rejîma Îranê piştgiriya wan dike, ji 7ê Cotmeha sala çûyî, piştî destpêka şerê Îsraîl û Hemasê yê li Filistînê ve li Deryaya Sor, Zereyaya Hindê û deverên wan, li dijî keştiyên bazirganiyê hêrişan pêk tîne.
Hevpeymaniya Navneteweyî ku bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li dijî hêrişên Hûsiyan hate avakirin jî li dijî hêzên Hûsiyan gellek caran hêrişan pêk tîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin