PeyamaKurd - Şandeke ji hêzên Rûsya û rejîma Sûriyê pêk dihat, serdana benda kontrolê ya li derdora taxên Kurd Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin.
Her du taxên Kurdan ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine dorpêçkirin, ev demek e nedihat hiştin ku pêwîstiyên jiyanê bo wan taxan bên şandin. Ev jî yek ji sedema aloziyên navbera Asayîşa Rojava û hêzên rejîmê bû li Qamoşlo û Hesekê.
Piştî daxuyaniya Hêzên Asayîşa Hundirîn ên Rojavayê Kurdistan ya rakirina dorpêça ser hêzên rejîmê, hatiye ragihandin ku şandeke leşkerî ya ji efserên Rûsî û hikumeta Şamê pêk dihat, serdana bendên kontrolê yên derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirine.
Her du taxên Kurdan di bin kontrola hêzên YPGê de ne ku beriya niha ji destê çekdarên bi ser Tirkiyê ve hatibûn rizgarkirin.
Li gorî zanyariyan nêzîkî 6 meh in xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di bin dorpêçê de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin