PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Mîçotakîs, îro Yekşemê 13ê Adarê li Koşka Vahdettîn a li Stenbolê civiyan.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de, pêwendiyên dualî û babetên herêmî yên jeopolîtîk û şerê Ûkrayna-Rûsyayê hatine axaftin.
Mîçotakîs, beriya hevdîtina ligel Erdogan serdana Patrîkxaneya Fener Rûm kir û beşdarî dûaya roja Yekşemê bû.
Hêjayî gotinê ye, ji ber krîza lêgerîna gazê li Rojhilatê Deryaya Spî û ji aliyê Yûnanistanê ve leşkerxistina giravên Egeyê pêwendiyên herdu welatan aloz bûn ku ev piştî çend salan yekem serdana pilebilind a Yûnanistanê bo Tirkiyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin