PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, operasyona Amerîka, Britanya û Fransayê li ser Sûriyê wek derqanûnî binav kir û got ew operasyon nayê qebûlkirin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna Konseya Polîtîkayên Berevaniyê de derbarê operasyona Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya li ser Sûriyê de daxuyanî da.
Sergey Lavrov operasyona li ser Sûriyê wek “Êrîşeke derqanûnî” bi nav kir û got ew oeprasyon nayê qebûlkirin, herwiha di destê dewletên rojavayî de ji bilî dîmenên li ser medyaya civakî tu agahî tune ye ku li Dûmeyê çekên kîmyayî hatine bikaranîn.
Lavrov bal kişand ser, ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron xwestiye ku delîlên bikaranîna çekên kîmyayî eşkere bike, lê Macron ew yek qebûl nekiriye.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê wiha îfade kir: “Biryar bû pisporên Fransayê ji bo lêkolînan herin Dûmayê, lê mixabin piştre Fransayê bersiva me neda. Berî ku pisporên OPCWê dest bi likolînê bikin Welatên Rojavayî dest bi êrişê kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin