Amedspor bû agir û bi Arnavutkoyê ket: 5 -1

Amedspor bû agir û bi Arnavutkoyê ket: 5 -1

PeyamaKurd - Amedsporê li stadyûma xwe Arnavutkoy Beledîyespor 5 - 1 têk bir û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû.

Di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê de Amedspor vê hefteyê jî bi serkeftineke aşkera yekemîniya xwe ji dest neda û bi wergirtina 3 qalan meşa xwe ya ber bi şampiyoniyê domand.

Alîgirên Amedsporê stadyûma ku kapasîteya wê 33 hezar e tije kir û bi coşeke mezin piştgirî da tîma Amedê ya keskesor.

Di leyztika bi Arnavutkoy Belediyesporê re leyztikvanê Amedsporê Ugur Adem Gezer di xuleka 9an de bi penaltiyê leyztikê kir 1 - 0

Di xuleka 32yan de bi gola Mert Çapar leyztik bû 2 - 0

Tîma rikber Arnavutkoy di xuleka 40î de bi gola Cerem Talha Dînçer skorê kir 2 - 1 û nîveka yekem a leyztikê wiha bi encam bû.

Amedsporê di nîveka duyem de jî lîstika xwe ya xurt domand û di xuleka 53yan de bi gola Berk Îsmaîl Unsal skorê kir 3 - 1

Amedsporê di xuleka 67an de bi Çekdar Orhan û di xuleka 90î de jî bi Mert Çapar skorê kir 5 - 1 û leyztik bi vî awayî qediya.

Bi 62 qalan yekemîniya xwe domand

Amedsporê bi vê encamê qalên xwe derxist 62yan û di fîksturê de yekemîniya xwe dûpat kir.

Li hêla din, Kastamonuspora ku di rêza duyem de ye jî li deplesmanê Duzcesporê 1 - 0 têk bir û qalên xwe kir 61.

Amedspor wê hefteya pêşiya me li deplasmanê bi Etîmesgut Belediyesporê re bileyze.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin