PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di derbarê êrîşa Rûsya li dijî Ukraynayê axivî û got: “Tiştê ku Rûsya dike binpêkirina yasayên navdewletî ye, ne mimkun e ku em vê qebûl bikin.”
Mevlut Çavuşoglu daye zanîn, helwesta Tirkiyê li hember operasyona serbazî ya Rûsyayê li ser Ukraynayê, ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hatiye ragihandin û eşkere kiriye: “Tiştê ku Rûsya dike binpêkirina yasayên navdewletî ye, ne mimkun e ku em vê qebûl bikin.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê diyar kiriye, şermezarkirin û belavkirina daxuyaniyan ne bes e û divê ji bo rawestandina Moskowê hewl bidin. Tirkiyê hewl daye ku bûyer negihîjin vê rewşê.
Çavuşoglu herî dawî eşkere kiriye; ew ji nêzîk ve rewşa welatiyên xwe yên li Ukraynayê dişopînin û gotiye: “Em ji destpêkê ve li ser derbaskirina welatiyên xwe xebitîn, lê belê niha hatûçûna esmanî girtî ye. Me ji bo rizgarkirina welatiyên Tirkiyê amadekarî kirine, ku bi rêya Romanya, Polanda û Moldovayê, bêyî testa Koronayê vegerin Tirkiyê."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin