PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Kuweytê Cerrah el-Ahmed es-Sabah, sibê an ku roja Duşemê bi seredaneka fermî diçe Tirkiyê û li Tirkiyê dê bi hemkarê xwe yê Tirkiyê Hakan Fidan re hevdîtin bike.
Hat ragihandin ku di seredanê de, dê her dû teref li ser têkiliyên duqolî, têkiliyên ku hene dê çawa pêşdetir bibin û ew mekanîzma ku di navbera her dû dewletan de heye, dê çawa xwurttir bikin, dê li ser wan biaxifin.
Her weha rûdanên li herêmê, dê ji aliyê her dû terefan de bên gotûbêj kirin, mijara şerê Îranê, îsraîl û Fîlîstîn dê mijarên wan bin.