PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 10 kesan can dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 saetên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û da zanîn, 10 kesan bi Koronayê can dane.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, 233 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 4 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin, gihîştiye 29365 kesan, ji wan 2213 kes baş bûne û 978 kes jî bi Koronayê can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin