Ji The Hillê nirxandina Tirkiyê: Eger dev jê bernede dê bi Rûsyayê ve were girêdan

Ji The Hillê nirxandina Tirkiyê: Eger dev jê bernede dê bi Rûsyayê ve were girêdan

PeyamaKurd – Rojnameya amerîkî The Hillê ragihand ku eger Enqere di mijara kirîna Pergalên Parastina Esmanî S400î de israr bike, hem di warê berevaniyê de hem jî di warê enerjiyê de dê zirarê bibîne.

Pispora Weqfa Demokrasiyê li Washingtonê (FDD) Merve Tahiroglu û Pisporê Konseya Atlantîkê Greg Everett ji bo The Hillê gotarek nivîsandin û di wê gotarê de rêkeftina Rûsya û Tirkiyê ya S400î, pêkutiyên Amerîkayê û encamên muhtemel ên pêvajoyê nirxandin.

‘CUDABÛNA STRATEJÎK A TIRKIYÊ JI NATOYyê BILEZTIR DIBE’

Tahiroglu û Everet di gotara xwe de destnîşan kirine ku israra Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ya S400î ‘cûdabûna stratejîk’ a Tirkiyê ji NATOyê bileztir dike û dê encamên wê ji pêşbîniyên Erdogan girantir bin.


Pergalên Parastina Esmanî yên Rûsyayê - S400

‘TIRKIYE BI TEVAHÎ DIBE PÊGIRÊ RÛSYAYÊ’

Di dawiya gotara dirêj de tê gotin Tirkiyê dev ji vê xeta xwe bernede, taliya talî dê bi Rûsyayê ve were girêdan:

“Eger Enqere vê helwesta xwe neguherîne, tevî ku derfetê bibîne xwe bigihîne hinek kaneyên enerjiyê jî, dikare bi Amerîka û NATOyê re hevpeymaniyeke parastinê pêk bîne.

Lê eger Tirkiyê vê xeta xwe ya niha berdewam bike, hem di warê enerjiyê de û hem jî di warê berevaniyê de dibe pêgirê Rûsyayê û taliya talî dê bi Rûsyayê ve bê girêdan.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin