PeyamaKurd - Hat ragihandin ku balafireke cûreya F-35 a Hêzên Deryavaniya Amerîkayê li Başûrê Deryaya Çînê, dema xwestiye dakeve ser keştiya USS Carl Vinson ketiye û 7 deryavanên Amerîkî birîndar bûne.
Fermandariya Fîloya Pasîfîk a Amerîkayê ragihandiye ku bi alîkariya helîkoptereke din a hêzên deryavaniyê pîlotê balafirê bi awayekî ewle hatiye rizgarkirin.
Fermandariyê daye xuyakirin ku ew qezaya ketina balafirê roja duşemê dema operasyonên firînê rû daye û zêdetir agahî nehatin belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin