PeyamaKurd - Beşdarên 56emîn Konferansa Ewlehiya Cîhanê ya Munîhê li ser mijara Lîbyayê destnîşan kirin ku divê biryarên Kongreya Berlînê ya di 19ê Çileyê pêk hatibû werin bicihanîn û şandina çekan a bi rêyên bejahî û deryayî bê rawestandin.
Beşdarên Konferansa Munîhê tekezî li ser pêkanîna agirbestê li Lîbyayê û qedexeya rêkirina çekan kirin. Herwiha beşdaran gotûbêj li ser binpêkirinên agirbestê û qedexeya rêkirina çekan û şerê dawî li paytext Terablûsê pêk anîn.
Cîgirê nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Lîbyayê got: "Divê ji dewletên ku biryara qedexekirina rêkirina çekan binpê dikin, hesab bê pirsîn."
Wezîrê Derve yê Almanyayê Hieko Maas jî da zanîn: "Em dizanin ku qaçaxçîtiya çekan ji bo Lîbyayê di aliyê deryayî û bejahî de heye."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin