Tirkiye - 22 Adar | 1,256 tûsbûyî û 30 mirin hatin eskere kirin

Tirkiye - 22 Adar | 1,256 tûsbûyî û 30 mirin hatin eskere kirin

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca, ragihand ku hejmara kesên ji vîrusa korona li Tirkiyê can dane bûye 30 kes ku hemû temen mezin in. Koca got, îro 9 kesan can daye û 289 tûşbûyên nû hene. 

Koca li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku heta niha 20 hezar û 345 testên Covid-19 hatine çêkirin, 1, 256 kes pozîtîv derketine û ji wan jî 30 kesên temenê wan mezin wefat kirine.

Wezîrê Tirk herwiha got ku ew bi şefafî roj bi roj amaran radigihîn û ji hemwelatiyan xwest bi tedbîr bin.

Îtalya: 651 mirî û 5,560 tûşbûyên nû hatin tomarkirin

Piştî ku bi doktorê wê re Covid-19 derket Merkel kete qerentîneyê

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin