Li Afxanistanê dengdayîna ser sindoqan qediya

Li Afxanistanê dengdayîna ser sindoqan qediya

PeyamaKurd- Li Afxanistanê dengdana bo serokkomariyê qediya û sindoq hatin girtin. Di dema dengdayînê de herî kêm 2 kes mirin. Hat ragihandin ku encama hilbijartinê, dê di orta cotmehê de diyar bibe.

Di hilbijartinê de 14 namzed hebûn û yên li pêş serokkomarê niha Eşref Xanî û serokê rêvebiriya Îcrayê Abdullah Abdullah e. Encama demkî wê di nîvê meha cotmehê de û ya bi temamî di 7 ê qasimê de diyar bibe.

Di nav namzedan de kî %50 dengan bistîne wê bibe serokkomar. Eger kes negihê %50 yî, dê di navbera her 2 kesên li pêş de di 7 ê qasimê de car din hilbijartin çêbibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin