Amarên dawî li cîhanê | 70 hezar girtîyên din têne berdan

Amarên dawî li cîhanê | 70 hezar girtîyên din têne berdan

PeyamaKurd - Li Îranê ji ber belavbûna vîrûsa koronayê berî niha 54 hezar girtiyên edlî hatibûn berdan û destûra malê bo wan hatibû dayîn. Piştî zêdebûna metirsiya wê nexweşiyê biryar hat dayîn di nava vê hefteyekê de, 70 hezar girtiyên din werin berdan.  

Li Îranê hefteya borî ji ber vîrusa korona 54 hezar girtiyên edlî hatibûn berdan û destûra malê bo wan hatibû dayîn.

Wezîrê Dadê yê Îranê Ebrahîm Raîsî ragihand ku ji ber vîrûsê di nava vê hefteyê de wê 70 hezar girtiyên din jî bên berdan, lê derbarê girtiyên siyasî de ti agahî neda. 

Vîrûsa korona (covîd-19) ku li bajarê Wûhan a Çînê derketibû holê, piştî belavbûna li Çînê li bêhtirî sed welatên din belav bûye û yek ji wan welatên herî metirsî li ser heye jî Îran e.

Heta niha li tevahiya cîhanê 3 hezar û 831 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên bi vîrusê ketine jî 110 hezar kesan derbas kiriye.   

Li gorî welatan amar wiha ne:

Li Çînê 3 hezar û 120, li Herêma Îdarî ya Taybet Hong Kongê 3, li Îtalya 366, li Îranê 194, li Koreya Başûr 53, li Amerîka 22, li Fransa 19, li Îspanya 17, li Japonyo 14, li Îraqê 6, li Avûstralya 3, li Îngîltere 3, li Hollanda 3, li Îsvîçre 2, li Misir 1, li San Marîno 1, Tayland 1, Tayvan 1, Fîlîpînler 1 û Arjantinê 1 kes mirin.

Hejmar gihîşt 273 kesan, 2 berpirsên bilind ên Îranê jî ji vîrûsa korona mirin

Civata Bilind a Rûbirûbûna Koronayê 9 biryar derxist: Bêhnvedana fermî hat ragihandin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin