Koca: Pêdivî bi tedbîrên zêdetir hene

Koca: Pêdivî bi tedbîrên zêdetir hene

PeyamaKurd- Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca piştî civîna Zanistî ya Koronavîrusê ragihand ku wan di civînê de biryara şîreta tedbîrên zêdetir dane û divê zemanê ku xelk li kolanan derbas dike, bê kurtkirin.

Civîna Zanistê îro siet di 17.30 de destpêkiriye û 3 siet dewam kiriye. Koca di civîna çapemeniyê ya piştî civîna Koronavîrusê de got di nav 24 sietên dawiyê de 42 nexweş baş bûne,17 kes jiyana xwe ji dest dane û bi tevahî heya niha 92 kes mirine.

Şîreta Komîsyona Zanistî ya Koronavîrusê biryarê girtiye ku xelk wextê xwe kêmtir li derveyê malan derbas bike û pêşniyara xwe bo serokkomar Tayip Erdoğan şandine. Ji niha û pê de erêkirina biryarê di destê serokkomar de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin