Star Rafînerî ya bi 6,3 mîlyar dolarî vebû

Star Rafînerî ya bi 6,3 mîlyar dolarî vebû

PeyamaKurd- Star Rafîneriya li bajarê Aliağa ya bajarê Îzmîrê ya bi ser Tirkiyê ve, bi tevlîbûna serokê Azerbeycanê Îlham Alîyev û serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdoğan, bi merasimeka mezin hat vekirin.

Maliyeta rafîneriyê 6,3 mîlyar dolar e. Di sektorê de tesîsa herî bihaye. Tesîs, ji aliyê şîrketa petrolê ku ya dewleta Azerbeycanê ye, ji aliyê SOCAR ê û Tirkiyê de hatiye avakirin.

Wê ev rafînerî karibe %25 pêdiviya Tirkiyê ya petrola rafînerîkirî bîne cîh. Hem salê dikare deynê carî yê Tirkiyê li dora 1.5 mîlyar dolar kêmtir bike. Her sal dikare 10 mîlyon ton petrolê rafînerî bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin