PeyamaKurd – Îro biryarnama di derbarê Qetarê de ku alav û xebatkarên leşkerî yên hewayî yên Qetarê li Tirkiyê bimînin, îro ji aliyê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re hat îmzekirin û di rojnama fermî ya Tirkiyê de hat belavkirin. Peymana di navbera her dû dewletan de, di 2 yê adarê de hatibû îmze kirin.
Biryarname demkiye ne daîmiye lê peyman berê di 2 yê adarê de di navbera her dû hukumetan de hatiye îmze kirin. Di pêveka peymanê de tenzîma teknîkî heye û weha dibêje:
“Armanca tanzîma pêveka teknîkî ew e ku Komara Tirkiyê ciyê îznê daye ku alavên hewayî yên Qetarê, xebatkar û teçhizat lê bimînin, ji bo bicîhkirin û bikaranîna wan, ji bo desteka Tirkiyê bicîh were, ji bo destnîşankirina qaîde, prensib, berpirsiyarî û pêdiviyane.”
Di şertnamê de leşkerên Qetarê yên ku herin Tirkiyê divê sûcekî nekiribin, terefên ku belgeyên bi dizî bidest bixin, wê nedin derve û li pey qanûnan herin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin