'Dê têkiliyên Hewlêr û Moskowê bên pêsxistin'

'Dê têkiliyên Hewlêr û Moskowê bên pêsxistin'

PeyamaKurd – Îro çarşemê Balyozê Rûsya yê li Iraqê, Maksîm Maksîmov serdana Herêma Kurdistanê kir û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û şanda bilind a Rûsyayê tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên navbera Hewlêr-Moskowê kirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Balyozê Rûsya yê li Iraqê peyamên pîrozbahiyê yên Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û Cîgirê Wezîrê Derve Mixaîl Bogdanov ên bi boneya destbikarbûna wî weke Serokê Herêma Kurdistanê gihande Nêçîrvan Barzanî.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Nêçîrvan Barzanî û Maksîm Maksîmov di hevdîtinê de tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsyayê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê amade ye li gor destûrê pirsgirêkan ligel hikûmeta Iraqê çareser bike û di vê çarçoveyê de serdana doh a şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê bi bîr xist.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di hevdîtinê de rewşa Rojhilata Navîn û çend mijarên din ên têkildarî rewşa siyasî û ewlehiya Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin