PeyamaKurd - Li bajarê Şirnexê, li navenda Şirnexê, li navçên Silopiya û Cizîrê ji bo 5 rojan qedexeya kirina çalakiyan hat ragihandin. Li gor biryara parêzgehê; qedexe di navbera 27-31e Temmîzê de dê bicîh were.
Ji bo kirina çalakiyekî an ahengekî, divê ji hêzên asayîşê û rêvebiriyên navçan îznê bistînin. Li gor biryarê; meş, vegirtina konan, belavkirina belavokan, ragihandina çapemeniyê û tevgerên wekî wan ji bo 5 rojan hatine qedexekirin.
Merasim û çalakiyên fermî yên dezgeyên dewletê ne di nav wan de ne û ji xwe ji bo çalakiyên bi wî rengî îzna rêvebiriyê û asayîşê distînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin