PeyamaKurd – Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, piştî teqîna bendera Beyrûdê di serdana xwe ya duyem de, bi Serokomarê Lubnanê Mişel Ewn re civiya.
Macron herwiha dema nû gihîşt Lubnanê serdana mala hunermenda navdar Feyruz kir û çend dîmenên wê serdanê jî hatin belavkirin ku Feyruz wekî keseke nêzîkî Hizbullaha Lubnanê tê nasîn.

Macron di serdana xwe de, li ser avakirina hikûmeta nû ya bi seroktiya Mistefa Ebîd got, “Dijderketina serokwezîr yan jî pesendkirina hilbijartina wî li min nakeve.”
Macron herwiha destnîşan kir, heger hikûmeta nû Lubnanê bi reforman di du sê mehan de nexe xete nû û wê rûbirûyî xeteriya dorpêçan werin.
Biryar e Macron piştî serdana Lubnanê, îro serdana Bexdayê jî bike û karbidestên wî welatî re jî bicive. Herwiha hatibû ragihandin ku wê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi Macron re li Bexdayê were ba hev.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin