PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 3 milyar û 850 milyon Dînar ji bo pêşxistina projeya veguhastina avê ji Dokanê bi bajarê Silêmaniyê terxan kir.
Wezareta Şaredariyê ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 3 milyar û 850 milyon Dînar ji bo pêşxistina projeya veguhastina avê ji Dokanê bi bajarê Silêmaniyê terxan kir. Pere jî bi awayekî nextî li ser budceya weberhênanê qonax bi qonax tê xerckirin.
Wezaretê da xuyakirin, dê mehane 200 heta 250 milyon Dînar ji bo wê projeyê bê xerckirin.
Hat diyarkirin, xerckirina wan pereyan di çarçoveya planeke Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Şaredarî û Geştûguzar de ye, ji bo pêşxistina projeyên ava vexwarinê.
Di heman demê de jî nêzîkî 2 milyar Dînar ji bo projeyên xizmetguzariyê li bajarê Hewlêrê tên xerckirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin