PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbock ragihand ku wê bi awayekî bi sînor lê ne bi temamî, wê kosolosxaneya Almanya ya li Kîevê ji nûh de veke.
Wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbock bi serokê dewleta Ûkrayna bi Vladimir Zelenskiy re civiya. Baerbock ragihand ku wê serkonsolsa Almanya ya Kîevê Anka Feldhusen li wezîfa xwe ya Kîevê dewam bike. Baerbock got ku serokê Rûsyayê xwe bi xwe dixapîne û weha got:
“Ew wisa dizanibû ku qiymetên Awrûpayê yên serbestî û azadiyê têkçûne û qels bûne. Ya rast Ûkraynî nîşan dan ku ev rast nîne. Azadîxwaziya we, dê we xwurt bike. Lewra têkoşîna we di navbera demokrasiya liberal û rejîmên otokratîk de, ji bo îxtîlafa dinyayê dewre û nîşanekiye.
Çavkaniyeka dinê ji heyeta bi wezîra karên derve ya Alman re ragihandiye ku Baerbock bi Zelenskiy û wezîra karên derve ya Hollanda re hevdîtinekî dostane kirine û weha gotiye:
“Hevdîtin bêhtir li ser alîkariya leşkerî ya Ûkraynayê, avakirina Ûkraynayê ya ji nûh de û hem dinya li benda îxatacata kureyî ya ji Ûkraynayê bêkirine û wê çawa karibin dorpêça ser wê îxracata xidayê rakin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin