PeyamaKurd – Hêzên herêmî yên hevrik Îran û Erebistana Siûdî li Bexda ji nû ve dest bi danûstandinan kirin.
Li gor ajansa nîvfermî ya Îranê Nur Newsê diyar kir: “Hevdîtina erênî ya herî dawî, hêviyên her du welatan zêde kiriye ku ew ji bo vejandina pêwendiyan gavan bavêjin."
Herwiha Nur Newsê eşkere nekir ku gera pênca ya danûstandinan kengî hatiye darxistin. Lê, ne Erebistana Siûdî û ne jî Iraqê heya niha ser jinûve destpêkirina danûstandinan, daxuyanî dane û piştrast kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin