Hevseroka saxa HDP ê ya Mêrdînê xistin bin çav

Hevseroka saxa HDP ê ya Mêrdînê xistin bin çav

PeyamaKurd- Seroka şaxa mêrdînê ya HDP ê Perihan Ağaoğlu û 4 kesên din, di çarçoveya lêpirsîna terorê de hatin binçavkirin. Di bin fermandariya serdozgeriya bajarê Mêrdînê de, hêzên asayîşê vê sibê dest bi operasyonan kirin. Bi gumana ku destekê dane terorîstan, bo ser 5 kesan operasyon hat despêkirin û di heman wextê de avêtin ser 5 navnîşanan.

Di operasyonan de hevseroka HDP ê Perihan Ağaoğlu, hevserokê HDP ê yê berê berê Musa Alkan, parêzer Ali Kahraman, Mehmet Ülger û Mehmet Dengiz hatin binçavkirin.

Îfadeyên binçavkiriyan li baregeha asayîşê dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin