PeyamaKurd – Hevseroka şaxa HDPê ya Mêrdînê Perihan Agaoglu jî di nav de 3 siyasetmedarê Kurd hatin girtin.
29ê Sibatê, Hevseroka şaxa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perihan Agaoglu jî di nav de 11 kes hatibûn desteserkirin û ji van 11 kesan 3 kes îro hatin girtin.
Hevseroka HDPya Mêrdînê Pervin Agaoglu û hevserokê berê Mustafa Alkan piştî desteserkirina 7 rojan sewqî edliyeyê hatin kirin. 7 kesên din ên desteserkirî hatin berdan, lê Agaoglu û Alkan li dozgeriyê îfade didin.
Hat ragihandin ku siyasetmedarên din, piştî wergirtina îfadeya wan serbest hatine berdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin