Brîtanya hêza taybet a SAS disîne Iraqê

Brîtanya hêza taybet a SAS disîne Iraqê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Brîtanya ji bo amadebaşiya bo her rewşekê hêza taybet a esmanî SAS û ya deryayî dişîne Iraqê.

Rojnameya “Mirror” a Brîtanî ragihand, niha hezar û 400 leşker û karmendên Hikûmeta Brîtanyayê li Iraqê ne û şandina hêzên taybet jî ji bo wê ye ku di dema biryara vekişîna Brîtanya ji Iraqê de ew hêz hevaltî û parastinê bike.

Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê Ben Wallace jî şeva borî ragihandibû ku ji bo parastina welatiyên Brîtanyayê, 2 keştiyên şer yên Brîtanî bo Kenadavê hatine şandin û ew keştî jî di ber parastina keştiyên bazirganiyê di kendava Hurmizê û kendava Basra de erkdar in.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson derbarê rewşa Iraqê de ti daxuyanî nedaye, lê tê çaverêkirin li van nêzîkan derbarê rewşa Iraqê û helwesta welatê xwe de daxuyaniyê bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin