SOHR: HSDê 15 çekdarên bi ser Tirkiyê ve kustin

SOHR: HSDê 15 çekdarên bi ser Tirkiyê ve kustin

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li derdora Girê Spî nêzîkî 15  çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi ser Tirkiyê ve kuştin.

SOHRê da xuyakirin ku çekdarên dijberîya Sûriyê  li gundewarê Girê Spî hewil dane derbasî navçeyên jêr destê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) bibin; lê hewla wan ji alyê HSDyê ve hat têkşikandin û di navbera herdu alîyan de şer derket.

SOHRê diyar kir, di encama wî şerî de HSDê nêzîkî 15 çekdarên opozîsyona bi ser Tirkiyê ve kuştin. Derbarê ziyanên HSDê de ti agahiyek nehat dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin