PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius bang li Tirkiyê kir ku Swêd di demek nêzîk de bibe endamê NATOyê.
Boris Pistorius li Polonyayê bi hevtayê xwe yê Polonî Mariusz Blaszczak re hat cem hev.
Di civîna çapemeniyê ya hevpar a navbera Pistorius û Blaszczak de, bal hat kişandin ser serlêdana Swêdê ya ji bo endamtiya NATOyê.
Pistorius ji Tirkiyê xwest ku Swêd "zû" bikeve nav NATOyê.
Pistorius amaje bi şerê li Ukraynayê jî kir û got, "Rewşa nû, rewşa ewlekarî, me neçar dike ku em careke din behsa rêgirtin û hêza parastinê bikin."
Pistorius got, "Girîng e Swêd di demeke nêz de bibe endamê NATOyê û Tirkiye jî dest ji berxwedana xwe berde."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin