PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya Sendîkaya Rojnamevanan a Filistînê, hejmara rojnamevanên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de mirin derket 18an.
Hat diyarkirin ku ji 7ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser herêma Xezayê de 18 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daxuyaniya Sendîkaya Rojnamevaên Filistînê, bi mirina nûçegihanê wêneyan ê Filistînî Ruşdî el-Sarrac re hejmara rojnamevanên ku di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane, gihîşt 18an.
Hevjîna Sarraj, Şuruk el-Ayle di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hevjînê wê di êrîşa bombeyî ya ku Îsraîlê li ser Taxa Tel el-Heva ya Xezayê pêk hanî de jiyana xwe ji dest daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin