Dezgeha Nehistina Terorê ya NYyê: Li Iraq û Sûriyê 27 hezar terorîst hene!

Dezgeha Nehistina Terorê ya NYyê: Li Iraq û Sûriyê 27 hezar terorîst hene!

 PeyamaKurd - Dezgeha nehîştina terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, li Iraq û Sûriyê 27 hezar terorîst hene.

Serokê Dezgeha Nehîştina Terorê ya NY, Vilademîr Foronkov ji medya rûsî re ragihandiye, rêxistina terorîstî ya DAIŞê dîsa dest bi vejandina xwe kiriye û taktîkên nû bo êrişên terorîstî daniye.

Vilademîr Foronkov her wiha gotiye, şaneyên veşartî yên DAIŞê ketine hereketê û ji nû de dest bi êrişan dikin.

Bi gotina Serokê Dezgeha Nehîştina Terorê ya NYyê, li Iraq û Sûriyê derdora 20-27 hezar terorîst hene ku endamên kom û rêxistinên cuda ne, ji ber wê jî divê cîhan hişyar be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin