PeyamaKurd – Parlamentoya Federal a Kanadayê di çarçoveya krîza li Ûkraynayê civiya û Serokwezîr Justin Trudeauyî ji ber bi Koronayê ye, ji mala xwe bi rêya vîdeoyê başdarî civîna taybet bû.
Civîn zêdetirî du saetan dewam kir û Serokwezîr bersiva pirsên parlamenteran da. Trudeauyî diyar kiriye: “Rûsya dixwaze şer derkeve. Ger Rûsya Ûkraynayê dagir bike, wê encamên wê yên cidî çêbibin.”
Trudeauyî eşkere kiriye, Kanada perwerdeyê dide leşkerên Ûkraynayê û wê sê salên pêşiya me ev tişt dewam bike. Herwiha daye zanîn, wê alîkariya darayî û ya kelûpelên leşkerî jî bidin Ûkraynayê.
Serokwezîrê Kanadayê Rûsya hişyar kiriye û gotiye, ger Rûsya Ûkraynayê dagir bike, ew ê li beramberî vî tiştî, dest bi pêkanîna plana cezakirinê ya ekonomîk bikin.
Parlamenterên Partiya Kevneperest a mixalefeta sereke ji Trudeauyî xwestiye çekan bişîne Ûkraynayê, lê Serokwezîrê Kanadayê ji bo vî tiştî tu planek diyar nekiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin