Fransa: Eger Talîban 5 mercan pêk bîne em ê serweriya wê nas bikin

Fransa: Eger Talîban 5 mercan pêk bîne em ê serweriya wê nas bikin

PeyamaKurd – Fransayê bi 5 mercan dê serweriya Talîbanê li Afganistanê nas bike.

Piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Afganistanê, roja Yekşemê 15.08.2021 çekdarên Talîbanê ketin nava bajarê Kabûlê û serweriya Afganistanê kontrol kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, di kongreyeke rojnemevaniyê de daye zanîn, eger Talîban wan mercan bi cî bîne, wê li ser asta navdewletî were naskirin.

Herwiha Jean-Yves Le Drian destnîşan dike, heta ku Talîban wan mercan bi cî nîne li ser asta navdewletî wê neye naskirin.

Merc wiha ne:

- Divê rê bidin wan Afganiyên ku dixwazin ji tirsa Talîbanê ji Afganistanê derkevin.

- Rê nedin Afganistan bibe alîyekî aram ji bo terorê.

- Rê bi çûna hevkariya mirovî ji bo ser xaka Afganistanê bê dayîn .

- Mafê mirovan, bi taybet mafê jinan bê parastin.

- Hikûmeteke demkî were pêkanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin