Hewlêr | Karantînaya 13 taxan rabû, pêsniyara dirêjkirina qedexeyê hat kirin

Hewlêr | Karantînaya 13 taxan rabû, pêsniyara dirêjkirina qedexeyê hat kirin

PeyamaKurd – Karantînaya bo pêşîgirtina vîrusa koronayê ya li ser 13 taxên Hewlêrê îro bidawî bû û qedexe hat rakirin.

Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Hemîn Qadir, îro 12ê Nîsanê ragihand ku ji ber bidawîbûna test û kontrolên li wan taxan karantînaya ser wan hatiye rakirin.

Taxên ku karantînaya ser wan bidawî bûye wiha ne: Kanî Genî, Altun City, Karêzan, Zanko, Çinar, Mamostayan, 121 Gulan, Jiyan, Zîlan City û taxana 94 Badawe ye.

Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed jî ji medya Kurdistanê re ragihand ku wan pêşniyaz kiriye heta 1ê meha Gulanaê qedexeya çûnûhatinê bê dirêjkirin, lê heta meha 16 vê mehê dema qedexeya çûnûhatinê temam dibe, heger encamên pişknînên tên kirin ber bi başiyê ve bin, hin asankarî tên kirin û hin cihên taybet jî tên vekirin, lê divê welatî rênimayan li ber çavan bigirin û pabend bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin