HDPê ji bo namzediya serokomarê Tirkiyê 4 nav diyar kirine

HDPê ji bo namzediya serokomarê Tirkiyê 4 nav diyar kirine

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya hilbijartinên Hezîrana 2023yan ên serokomariya Tirkiyê, li ser namzedên xwe yên serokomariyê kar dike û li gorî kulîsan 4 nav jî hatine diyarkirin.

Hat îdiakirin ku HDPê ji bo diyarkirina namzedê serokomariyê û stratejiya hilbijartinan komîsyonek ava kiriye û îtifaqa Ked û Azadiyê ya HDP pêşengiya wê dike, li ser 4 navan gotûbêjan dike.

Li gorî zanyariyan, yek ji namzedên li ser tê axaftin Hevserokê Giştî y3e HDPê Prof. Dr. Mithat Sancar e, namzedê duyem serokê berê yê Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê Prof. Dr. Gençay Gursoy û yê sêyem jî Dadgerê Dadgeha Mafên Mirovan ê Tirkiyê yê berê Riza Turmen e.

Herwiha nîqaş li ser namzeda jin jî hatiye kirin û wekî namzeda çarem jî Hevseroka HDPê Pervîn Buldan derketiye pêş.

Herwiha hatiye diyarkirin ku wê HDPê ji bo namzedê hevpar bi partiyên din ên opozîsyonê re hevdîtinan bike û heger lihevkirin li ser çênebe jî ew dê namzedê xwe yê îtifaqa Ked û Azadiyê li ser lihev kiriye, wekî namzedê serokomar destnîşan bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin