PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya amerîkî, helîkoptereke artêşa Amerîkayê ya Pasevanên Netewî tê de bûn, li eyaleta Idahoyê ket.
Hat ragihandin ku helîkoptera cureya UH-60 Black Hawk a Pasevanên Netewî yên Amerîkayê li eyaleta Idahoyê ketiye û 3 pîlotên tê de bûn can dane.
Hat diyarkirin ku helîkopter dema firîna perwerdehiyê dikir, li bajarê Boise û nêzîkî Parka Lucky Peak a Eyaleta Idahoyê ketiye.
Sedema ketina helîkopterê hîn nehatiye zanîn, lê hat eşkerekirin ku helîkopter li gorî dema Amerîkî ya xwecihî li demjimêr 20:00 ketiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin