Çete li hev xistin: 10 kustî

Çete li hev xistin: 10 kustî

PeyamaKurd – Li welatê Haitiyê li taxa bajarê payîtext Port-au-Prince di navbera du grûbên çete de şer derket û di encamê de 10 çete mirin. Ji ber şerê di navbera çeteyan de bi hezarî kes terka mala xwe kirin.

Berdevkiya polîsê Haitiyê ragihand ku hêzên asayîşê di nav bûyerê de nînin. Li gor rêjeyên rêxistina navdewletî ya koçberan (IOM); bi sedema şerê navbera çeteyan di navbera 8-14ê Adarê de 16.947 kes ji ber wan terka payîtextê kirine.

Çete, berê xwestibûn ku serokwezîrê Kaitiyê Ariel Henry îstîfa bike û avêtibûn ser du zîndanên nêzî payîtextê yên li deverên Port-au Prince û Croix des Bouquetsê. Di encamê de bi hêzên asayîşê re li hev xistibûn, li dora 4 hezar zîndanî ji zîndanan firar kiribûn û di bûyerê de 12 kes miribûn.

Haiti, yek ji welatên herî feqîr yê qit’a Amerîkaye, aboriya wê qelse û bi 11 milyon nûfûsa xwe, bi xelayê re rû bi rû ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin