Times: ISID li Iraq û Sûriyê ges dibe

Times: ISID li Iraq û Sûriyê ges dibe

Rojnama îngîlîz Times ragihand ku İŞİD ji şert û mercên tevliheviya Sûriye û Iraqê fêde dibîne û ji nû de xwe birêdixe. Ragihandin ji aliyê BBC yê de hat kirin û nivîseka dirêj nivîsandiye.

Nivîsa ku bi navê Hannah Lucinda Smith û Richard Spencer hatiye nivîsandin babetê weha radigihîne: Ji meha cotmehê û heya niha li bakûrê rojavayê Sûriyê İŞİD ji nû de êrîş dibe ser hêzên Beşar Esad.

Tê gotin ku rêxistin li ser sînorê Heleb, Hema û Îdlîbê herêmekî xistiye destê xwe.

Li Iraqê jî di navbera 3 an 4 mehan de, li dora 440 êrîşên bombeyî, şer û pevçûn û mirovan revandine. Lê di van bûyeran de nasnameya xwe aşkera nekirine. Tê zanîn ku rêxistin li Diyala, Mûsil û Ambara ku tê gotin Bexdadî xwe lê vedişêre, xurt e. Her weha li Hammam El Alîlê İŞİD ala Iraqê di dawiya meha yekê de daxistibû û ji bo alê daneleqînin, xelkê navçeyê tehdîd kiribûn.

Di meha yekê de, li rojavayê Mûsilê merasimeka mezin kirine û meşiyane. Lê çapemeniya fermî behsa vê bûyerê nekiriye.

Li gor nûçeya BBC yê, ji dawiya meha cotmehê heya niha 390 Iraqiyên sîvîl û 142 wezîfedarên asayîşê ji aliyê rêxistinê ve hatine kuştin.

Mustafa Bali yê ku berdevkê YPGê ye, di mijara bandora operasyona Efrînê de weha dibêje: “Bê guman bandora operasyona Efrînê di geşbûna rêxisitina İŞİDê de heye û dikare êrîşên nû bîne ser xelkê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin