Rûsya: “Dibe ku Amerîka seranserê Sûriyê bike hedef”

Rûsya: “Dibe ku Amerîka seranserê Sûriyê bike hedef”

PeyamaKurd - Wezareta berevaniya Rûsyayê ragihand ku, Amerîka hêza  xwe ya leşkerî li nav derya Spî zêde kiriye û da zanîn ku, Amerîka dixwaze  êrîşekê li dijî Sûriyê pêkbîne.

Wezareta berevaniyê ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku, Amerîka keştiyeke leşkerî ku, bi 28 moşekên Tomahawk barkirî li derya Spî bicihkiriye û xwe ji êrîşa li dijî Sûriyê re amade kiriye.

Herwiha wezareta berevaniyê ya Rûsyayê tekez kir ku, Amerîka dikare hemû navçeyên Sûriyê bike hedef.

Roja çarşema borî jî Amerîka, Brîtanya û Fransayê bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandibûn ku eger rejîma Esed êrişeke kimyewî pêk bîne ew amade û bibiryar in ku bersiv bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin