PeyamaKurd – Derket holê ku li hember virusa koronaya nifşê nû (Covid-19) li ser malpereke înternetê bi 20 lîreyan ‘diaya koronayê’ tê firotin.
Derket holê ku malpereke bi navê ‘Bana dua oku’ (Ji min re dia bike) bi 20 lîreyên Tirkiyê (Kêm zêde 3 Dolar dike) 'diaya koronayê' (Covid-19) difiroşe û amaje tê kirin ku ew dua ji wê nexweşiyê re baş tê.
Di malpera navborî de, derheqê wê diaya ku tê firotinê de ev tişt hatine gotin:
“Bi qasî bexşa xwe tu û malbata te ji koronayayê bên parastin! Li welatê me jî korona peyda bû. Ji bo xwe û malbata xwe biparêzî, pêwîstiya te bi vê duayê heye. Tu çiqasî bexş bikî tudê ewqasî werî parastin û ji vê nexweşiyê û nexweşiyên din dûr bisekînî.”
Di heman malperê de herwiha ‘ji bo zêdebûna performansa cinsî’, ‘êşa piştê’, ‘çûyîna cinetê’, ‘xilasbûna ji deynan û belayan’ jî 'dua' têne firotin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin