Li Danîmarkayê dîsa êrîs li Quranê hat kirin!

Li Danîmarkayê dîsa êrîs li Quranê hat kirin!

PeyamaKurd – Koma ku li ber Sefaretxaneyên Kopenhagê yên Tirkiyê, Cezayîr, Pakistan, Endonezya û Îranê Qur'an şewitandin, li paytexta Danîmarka Kopenhagê jî Qur'an şewitandin.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê li dijî Qur’anê êrîş pêk hatin.

Endamên koma "Danske Patrioter (Welatparêzên Danîmarkî)" yên li dijî Îslam û nîjadperestan li ber Sefaretxaneyên Tirkiye, Cezayîr, Pakistan, Endonezya û Îranê yên li Kopenhagê Qur'an şewitandin.

Endamên komê ku tevî polîsan provokasyonên xwe pêk anîn, dirûşmeyên li dijî Îslamê berz kirin.

Komê van kêliyan bi awayekî zindî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kirin. Facebook hin vîdyoyên komê sînordar kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin