Li dijî HSDê êrîsek pêk hat: 3 kes hatin kustin!

Li dijî HSDê êrîsek pêk hat: 3 kes hatin kustin!

PeyamaKurd- Li Sûriyê li bajarê Reqqayê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), êrîşeke bombeyî hate kirin. Di encama êrîşê de 3 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

Di derbarê bûyerê de Ajansa Nûçeyan ya Firatê daxuyaniyek da û got ku duh bi şev li nava bajarê Reqqayê, li nêzîkî şirketa ceyranê mayîneke ku ji aliyê rêxistina terorîst IŞÎDê ve hatibû bicihkirin, di dema derbasbûna cemseya HSDê de teqiya.

Li gorî agahiyên pêşî, 3 kesên ku jiyana xwe ji dest dane; çekdarên HSDê ne. Çekdarekî HSDê jî birîndar bûye.

Piştî bûyerê, li herêmê, HSDê asta ewlehiyê bilind kiriye û qontrol hatiye zêdekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin