Li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên Koronayê hatin eskerekirin

Li Rojavayê Kurdistanê amarên dawî yên Koronayê hatin eskerekirin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê 186 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.

Li gor Desteya Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand, di nav 24 saetên borî de 186 kes bi Koronayê ketine û 11 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Herwiha Desteya Tenduristiyê diyar kir, rêjeya belavbûna nexweşên Koronayê bi vî rengî ye: 72 kes li Dêrikê, 41 kes li Qamişlo, 36 kes li Hesekê, 10 kes li Girkê Legê, 9 kes li Amûdê, 6 kes li Rimêlanê, 6 kes li Dirbêsiyê, kesek li Çilaxa, kesek li Tirbespiyê, kesek li kampa Holê.

Bi vî awayî, hejmara kesên ku heta niha li Rojavayê Kurdistanê bi Koronayê ketine, gihîşt 4 hezar û 350 kesan. 704 kes ji wan baş bûne û 119 kesan jî can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin