PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hemû odeyên hevbeş yên Pêşmerge û artêşa Iraqê dest bi kar kirine ku demek berê ji bo dagirtina valahiya ewlehiyê hatibûn avakirin.
Berpirsê navenda medyayî û hişyariya niştimanî li Wezareta Pêşmerge Osman Mihemed eşkere kir, her çar odeyên hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de, li Xaneqîn û Kerkûk û Mexmûr û Mûsilê dest bi kar kirin.
Efserê Wezareta Pêşmerge got, di qonaxa duyem ya xebatên hevbeş de pêngavên din dê bên avêtin. Yek ji wan pêngavan avakirina hêzeke hevbeş e, paşê jî operasyonên hevbeş e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin