PeyamaKurd - Li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên polîsên Tirk û gerîlayên PKKê de polîsekî Tirk mir û cerdewanek jî birîndar bû.
Îro dane sibehê li herêma Omeriyan a navçeya Mahsertê ya girêdayî Mêrdîna bakurê Kurdistên, di navbera hêzên taybet û gerîlayên PKKê de şer û pevçûn derket. Di encama wî şerî de polîsekî taybet mir û cerdewanek jî birîndar bû.
Hat diyarkirin ku cerdewanê birîndar bi helîkopterê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Merdînê û tê gotin ku operasyonên li herêmê berdewam in.
Berî 3 rojan jî ajansa fermî ya Tirkiyê (AA) ragihandibû ku li heman herêmên di encama teqîneke bombeyî de leşkerekî tirk jiyana xwe ji dest daye 2 leşker jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin